“HEYA NEVROZÊ WÊ ÇI RÛ BIDE?”

"HEYA NEVROZÊ WÊ ÇI RÛ BIDE?"

Fermandarê giştî yê supayê pasdarên Îranê îro ragihand, ew bi dûr nabînin ku vîrosa Koronayê êrîşeka Bayolocî ya Amerîkayê be.

Hisên Selamî fermandarê giştî yê supayê pasdarên Îranê îro roja pêncşemî 5/3/2020ê li derbara vîrosa Korona ya nû (kovîd-19) daxuyanî da û got: “di berhingarbûna vê vayrosê da dê bi serkevîn ku li destpêkê li Çînê û paş li Îranê û cihên din yên cîhanê belave bûye”.

Herweha dest nîşan kir ku nedûre ev vîrose, êrîşeka Bayolocî ya Amerîkayê bît, eger Amerîkayê ev kare encamdabe, li vir pêdivîye ew bizane ku xerabîya wê ji bo gelê wê jî vegeryaye, eger karê Amerîkayê jî nebe, ev vîrose wê jinav biçe.

Hisên Selamî ev daxuyanî evro di çalakiyekê da li parêzgeha Kirman daye û herweha têda gotiye: “pêdivîye em hemû vê çendê bizanîn, seqamgîrî û pêdagîriyê heya dawiya îsal e anku li gor sala Îranê 21ê Adarê ev rewşe wê derbas be”.

Li gor datayên fermî yên Îranê, heya niha pêtir ji 3500 kesan li Îranê tûşî Koronayê bûne, 107 kes jî mirîne, lê belê jêderên nefermî amaje diken ku hejmar gelek ji vê pitire.

Pustên heman beş