LI ETHIOPIA VAYROSEKE XETER TIR JI VAYROSA KORONA PEYDA DIBE

LI ETHIOPIA VAYROSEKE XETER TIR JI VAYROSA KORONA PEYDA DIBE

Di demekê de ku hemû Cîhan bi vayrosa Korona ve mijûle, welatê Ethiopia mijûlî vayroseke kujektire ku heya niha canê pêtrî ji du hezar kesan jê standiye. Tûşbûyên vê vayrosê ku heya niha ti zanyarîyek li ser nehatîye zanîn û ti navek ji bo wê nehatîye danîn, xwîn ji çav, poz û devê wan tê û canê xwe ji dest didin.

 li gorey rapora pêgeha “Dailey medical info” mirovên welatên Efrîkayê û hejar yê Ethiopia paş gîyan ji dest dana çendîn hezar hem welatiyên vî welatî bi sedema nexweşyeke ne nas krî di tirs û dilgiraniyek mezin de jiyan dikin. Di wan kesan de ku tûşî vê vayrosê dibin, sipîyatî ya çavan diçe ser rengê zer û nîva destên wan jî zer dibe.

Piştî demekî ji çav, dev û poza van kesan xwîn tê xarê û tûşî bê xewî yê dibin û nikarin tu tiştekî bixwen û paşan canê xwe ji dest didin.

Ev nîşane ji bo yekem car di nava rûniştvanên gundekê li nêzî pirojeyeke xazê hatin dîtin. Ev proje di destê şirketeke Çînî da ye ku di navçeya ser bi Somalê di xaka Ethiopia de kar dike. Di dema rojên rabûrî de hejmarek zêde ji wan kesên li nêzî vê pirojê jiyan dikin, tûşî van nîşanan bûne û canê xwe ji dest dane.

Ev şirketa taybetmend bi kolan û lêgerîna li dûr Xazê û Gazê weke çavkaniya belav bûna vê nexweşiyê tê zanîn, bi taybetî ku paşmayên kîmyayî yên vê şirketê ava vexwarina vê navçeyê jehrawî kiriye û ev jehrawî kirine dibe di dema barîna baranê de pêtir bibe.

Li gorey amaran ji dema dest bi kar bûna vê pirojeyê li sala 2014an de heya niha pêtrî ji 2000 kes li vê navçeyê bi peyda bûna nîşanên vê nexweşiyê canê xwe ji dest daye.

Rojnameya Gardiyen dibêje ku hejmareke herî zêde ji sikala yên xelkê gihane dest wan ku ji can ji dest dana zêde bi sedema vê pirojeyê gazinan dikin. Ev rojname dinvîse ku şirketa Çînî hinek maddeyên kîmyayî bikar tîne ku kêncek xirab li ser selametiya rûniştvanên vê navçeyê dike.

Ev nexweşiye beşeke ji wan nexweşiyên nehên nas kirin ku di dema dawyê de li vê navçeyê hatîne dîtin û pêş niha ev nexweşiye li welatê Ethiopia nehatîne dîtin.

Pustên heman beş