HEVALBENDÊ PYD’Ê DIBÊJE: “PIRSGIRÊKA KURDÎ LI SÛRIYÊ DIREWE”

HEVALBENDÊ PYD’Ê DIBÊJE:"PIRSGIRÊKA KURDÎ LI SÛRIYÊ DIREWE"

Partîya Yekîtiya demokratîk “PYD’ê”, Beşar Esed di hevdîtneke taybet de digel kenalê (Rosîya Alyewm) de dibêje ti pisgirêkek bi navê pirsgirêka kurd li Sûriyê nîne.

Serokê rejêma Sûriyê îro ragihand, ti pirsgirêkeke bi navê pirsgirêka kurdî li Sûriyê nîne, belku di esas da ev nav kirine “Wehim û direwe”.

Beşar Esed Serokê Sûriyê îro roja pêncşemî 5/3/2020ê di hevdîtinekê da li gel kenalê (Rosîya Alyewm) li derbara çendîn mijaran axivî, wek aloziyên Sûriyê, şerê Îdlibê û êrîşa Tirkiyê, herweha doza kurdî.

Esed got: “ti pirsgirêkek bi navê doza kurdî li Sûriyê nîne, belku ev yek wehim û direwe û ji ber hindek egerên dîrokî, me niha peywendî digel giropên siyasî yên kurdî li Bakurê Sûriyê heye, lê kêşe ewe ku ev girope li bin desthilata Amerîkayê kar diken, em nabêjîn hemû kurdên Sûriyê, ji ber ku piraniya kurdên Sûriyê û Eşîretên wan digel dewletê ne, lê ev gropên biçûk digel Emerîkîyan kar dikin”.

Sebaret pirsgirêka kurdî jî, Beşar Esed dibêje: “ti tiştek bi navê pirsgirêka kurdî li Sûriyê nîne û ji ber egereka gelek bi hêsanî, ew eger jî eveye, kurd ji kevin were li Sûriyê dijîn, lê hindek girop li Bakurê Sûriyê ku di sedeya rabûrî da ji ber sitema Tirkiyê revîn û li wî demî me pêşwazî lêkir, hezên cudaxwaziyê hebûn”.

Serokê Sûriyê dibêje: “ji ber vê egerê ti pirsgirêkek bi navê doza kurdî li Sûriyê nîne, belku li Sûriyê pêkhate û fire alî heye”.

Ev daxweyanîya Beşar Esed Serokê rejîma Sûriyê û hevalbendê Partîya Yekîtiya Demokratîk “PYD’ê”, baştirîn belge ye ku PYD’e ji bo rejîma Sûriyê şerê bi wekalet li rojavayê kurdistanê encam daye û heya niha jî vî karî encam dide.

Weke tê zanîn Partîya Yekîtiya demokratîk “PYD’ê”, ku partîyeke ser bi PKK’ê ye û li gorey aydolocîya PKK’ê û Ocalan tev digere ji sala 2012an heya niha navçeyên Kurdistana Rojava xistine bin destê xwe û ji bo rejêma Sûriyê van navçeyan diparêze û di vê rêyê de xwîna pêtrî ji 11 hezar ciwan û xortên kurd kiriye qurbanî.

Tê zanîn ku ev cara yekemîn nîne ku Beşar Esed daxuyaniyên bi vî away li ser pirsgirêka kurdan li rojavayê kurdistanê dide, Esed di dawî hevdîtna xwe ya medyayî de li sala 2019an de careke din bi vî awayî axaftin kirbû, û di berisva esed de Partîya Yekîtiya Demokratîk “PYD’ê” bi tenê gotbû: “ev daxuyaniyên Esed yekrêziya gelê Sûriyê li himber Tirkên dagîrkar têk dide”.

Pustên heman beş