HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ BIRYARÊN DARAYÎ YÊN GIRING DAN
Serok Wezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê îro serpiriştiya kombûna lijneya bilind ya berhingarbûna vayrosa Koronayê kir û hejmareka biryarên giring dan.
Mesrûr Barzanî di kombûnê de got: vayrosa Koronayê ne tenê pisgirêkeke saxlemiyê ye, belku pisgirêkeke zîyanên wê dê li ser abûra cîhanê hebin, herweha abûra Îraqê û herêma kurdistanê, bi taybet paş daketina bihayê petrolê di bazarên cîhanê de.
Di kombûnê de, Mesrûr Barzanî ev xale tekez kirin:
- Daxwaz ji aliyên beşdar di Hikûmetê de, aliyên siyasî û welatiyan kir, bi berpirsyarane serederiyê digel vê rewşê û qeyranê bikin, bo wê çendê bi kêmtirîn zîyan bihête derbas kirin.
- Cêbecê kirina qanûna çaksaziyê wê berdewam be.
- Rêkarên taybet ji bo kêmkirina xercîyên ne pêdvî yên wezaret û fermangehên hikûmetê.
Serokê wezîran tekez kir ku hemahengiya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê li gel Hikûmeta fedral wê berdewam be ji bo ku ev rewşa darayî a xirab bi ser Îraqê û Herêma Kurdistanê da hatî bi egera daketina bihayê petrolê, bihête derbas kirin.