Deyvîd Şinkir, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Wîlayetên Yekbûyî, roja duşemî 9/3/2020an digel eşkere kirina vê yekê ku Îranê daxwaza Amerîkayê ji bo alîkarya li dijî vayrosa Koronayê ret kiriye, tekez kir ku pêwîste Îran li ciyê ku pereyên xwe di maytêkirinên derekî de xerc bike bila wan pereyan di xweş kirina jiyana gelê Îranê de xerc bike.
Navbirî ragihand ku Îranê, ti amadekariyên pêş wext ji bo berhingarbûna vayrosa Koronayê encam nedane û Îran, Amerîkayê bi belav kirina vayrosa Korona di nava xaka xwe de sûçbar dike.
Ev Rayedarê Amerîkî dibêje: “xwe li bin dorpêçên abûrî de Îran, dikare dermanan ji xwe re bikire û Amerîka, ji aliyê xwe ve daxwaza alîkariyê pêşkêşî Îranê, kir lê belê wan ev daxwaza me red kir”.
Şinkir tekez kir: “Îran pereyên zêde ji bo çekdaran xerc dike, di demekê de ku baştire Îran, van pereyan di rû bi rû bûna vayrosa Koronayê de xerc bike”.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yên Wîlayetên Yekbûyî, ragihand: “gelê Amerîkayê, palpiştiya gelê Îranê dikin, lê belê Rohanî yê Serok Komarê Îranê pêwîste bizanibe ku Îran dikarî budceya pêwîst ji bo rû bi rû bûna Koronayê peyda bike lê belê ew pereyên Îranê li cihên weke Libnanê xerc dikin taku bikaribe budceya Hîzbollah ê ku ewlehiya Libnanê têkdaye teimîn bikin, Îran piştevaniya darayî ya mîlîşyayên çekdar li Sûriyê, Yemenê û Îraqê dike”.