VAYROSA KORONA LI TIRKIYEYÊ JÎ HEYE

VAYROSA KORONA NIHA LI TIRKIYEYÊ JÎ HEYE

Wezîrê tenduristîya Tirkiyê dibêje, heya niha li Tirkiye vayrosa Korona nehatîye tomar kirin, lê ev nayê wê wateyê ku li vayrosa Koronayê li Tirkiyê nîne. Fexredîn Koca da zanîn Tirkiyê, pir zû bergiryên xwe pêşxistin, lê welatên Ewropayê dereng ketin û sedemê belavbûnê jî ewe.

Wezîrê tenduristîyê Fexredîn Koca dibêje: “(vayrosa Koronayê) bi îhtmaleke mezin niha li Tirkiyê jî heye û niha em tenê dikarin vê bibêjîn, lê heya niha bi awayeke fermî ev vayros li Tirkiyê nehatîye tesbîtkirin.”

Wezîrê tenduristîya Tirkiyê, Koca dibêje: “li ser 2 hezar gumanlêkiriyan lêkolîn hat kirin û tu kesek pozîtîf derneket, di vê çarçoveyê da divê em meha li pêşya me cudatir derbas bikin. Divê temasê kêm bikin, çiqas ji dest bê neçin derveyê welat, bêhtir li malê xwe îzole bikin û bikevin nav heyameke ku bi taybetî temasa bi îxtiyaran ra hatiye kêmkirin. Em wisa difikirin ku di vê pêvajoyê da ev enfekisyon dê ji derve bê yan jî hatiye. Em dibêjin ku me tesbît nekiriye lê ev nayê wê wateyê ku îro yan sibê em hebûna vayrosa Koronayê tesbît nekin. Divê welatiyên me ji bo xwe parêziyê ji vayrosa Koronayê dernekevin derveyê welat. Welatiyên me yên ku ji derveyê welat tên yan jî kesê ku ji derveyê welat tê divê teqez xwe 14 rojan li malê îzole bke, em bi hesasiyet vê dixwazin.”

Pustên heman beş