Hejmara qurbaniyên vayrosa Koronaya nû kovîd-19 ber bi zêdebûnê ne, piştî 63 kesên din canê xwe ji dest day.
Wezareta saxlemiya Îranê îro ragihand, 63 haletên mirinê yên nû bi vayrosa Koronayê hatine tomar kirin, bi vê çendê hejmara kesên ku ji destpêkê heya îro roja çarşemî canê xwe ji dest day, gihiştiye 354 kesan.
Li derbara hejmara tûşbûyan jî, wezareta saxlemiya Îranê destnîşan kir, 958 haletên nû di 24 demjimêrên borî da hatîne tomar kirin, bi vê yekê hejmara tûşbûyan ji 9 hezar kesan derbas bûye.
Wezareta saxlemiya Îranê herweha diyar kir, 2 hezar û 959 tûşbûyên Koronayê çareser bûyne û ji nexweşxaneyan derketine.