CÊGIRÊ YEKÊ YÊ ROHANÎ TÛŞ BÛ

CÊGIRÊ YEKÊ YÊ ROHANÎ TÛŞ BÛ

Komara Îslamîya Îranê, îro tûşbûna “Îshaq Cîhangîrî” yê cêgirê Serok Komarê Îranê bi vayrosa Koronayê ragihand.

Ajansa “Fars” ya Îranî, îro roja çarşemî 11/3/2020ê tûşbûna Îshaq Cîhangîrî cêgirê yekem yê Hesen Rohanî bi vayrosa Korona ya nû kovîd-19 ragihand û diyar kir, Cîhangîrî niha ji aliyê tîmeke saxlemiyê ve di nav mala wî da tê çareser kirin.

Desthilata Îranê ji bo ku nûçeya tûşbûna Cîhangîrî li ber gelê Îranê veşêrin, Cîhangîrî ji bo nexweşxaneyê ne veguhastiye.

Li gorey çavkaniyên Îranê, Cîhangîrî ji roja Eynî ya rabûrî yanî piştî bi cih hêlana civîna encûmena blind ya berhingarbûna vayrosa Koronayê li wezareta saxlemiyê, di ti civîneke din a fermî de nehatîye dîtin û tenê wî tiwîtek kirîye.

Pustên heman beş