Mark Êsper, wezîrê berevaniya Amerîkayê tometa encamdana êrîşa şeva bûrî bo ser serbazgeha Tacî li Bakûrê Bexda da pal girûpên ser bi Îranê ve, ku di wê êrîşê de, dû serbazên Amerîkî û yek Birîtanî hatbûn kuştin û 12 serbazên din jî brîndar bûn.
Êrîşa bi hawinan li ser serbazgeha Tacî roja çarşemî 11/3/2020an rû da û bo sedema kuştina du serbazên Amerîkî û Birîtanî û miqawilek “taşarûn” Amerîkî.
Wezîrê berevaniya Amerîkayê, tekez kir, mîlîşyayên ser bi Îranê êrîşa şeva bûrî bo ser serbazgeha Tacî encam dane û li gel hevpeymanan encamderên wan êrîşa digehînîn sizayê xwe û me tevaya bijardeyan li ber deste û destên me vebûyîne bo bersivdana wî karî.
Herweha got: bi hemû şiyanên xwe rûbrûyê wan êrîşan dibîn û rê nadîn êrîşê bikin ser berjewendiyên me û hevpeymanên me li Îraqê.