Di demekê de ku wezareta saxlemiya Îranê hemû rojan amarên kesên mirî bi sedema vayrosa koronayê radigihîne, lê belê dinavbera van amaran û amarên ku rayedarên lokalî yên zanîngehên zanistên pizîşkî li Îranê radgihînin cudahiyek zêde heye.
Amarên hatiye ragihandin ji aliyê zanîngehên zanistên pizişkî yên li bajarên Îranê cudahiyek zêde heye di gel wan amarên fermî yên rojane li Îranê dihên ragihandin bo mînak li sêşemî a rabûrî 10/3/2020an amarên fermî yên Îranê eşkere kirin ku bi tenê 429 kes bi sedema Koronayê li Îranê mirîne.
Lê belê komkirina amarên zanîngehên zanistên pizîşkî yên bajarên Îranê eşkere dikin ku hejmara kesên bi sedema vayrosa koronayê canê xwe ji dest day li Îranê ji bilî kesên li bajarên Qum û Tehranê mirî, 780 kesin.
Ev amare bi hevberkirin digel wan amarên nûnerê wezîrê saxlemiya Îranê li bajarê Gîlan ragihandî û ji aliyê wezareta saxlemiyê bi drew hatye ragihandin (200 haletên mirinê li bajarê Gîlan) û ewa parêzgerê bajarê Kaşan ragihandî (88 haletên mirinê) digel amarên fermî cudahî heye.