JI ÎTALYAYÊ XEBEREKE XWEŞ

JI ÎTALYAYÊ XEBEREKE XWEŞ

Pawlo Asîyêrto, pirofîsor li peymangeha Paskal a Napoli li Başûrê Îtalyayê, di daxuyaniyekê de ji bo ajansa nûçeyan a fermî li Îtalyayê “ANSA” ragihand, tîma pizîşkî ya peymangeha wan, dermanek ji bo wan kesên tûşî vîrosa Korona bûy vedîtîye.

Vî pirofîsorî ragihand, ew dermanê wan ji bo nexweşên bi vîrosa Korona tûş bûy bi navê (Tocilizumab)e, ev derman li dijî hew dana sîhên mirovî ye, pirofîsor Pawlo her weha ragihand ku wan ev dermane li ser du nexweşan bikar aniye û ew nexweş ji vîrosa Korona xilas bûne, navbirî ragihand ku ev dermane di dema 24 saetan de raste rast kênca xwe li ser nexweşan dike û rewşa wan ber bi baş bûnê ve dibe.

Ew tîma pizîşkî ya ku ev dermane vedîtî, niha ji bilî nexweşxaneya Paskal li Napolî, li nexweşxaneyên Bêrgemo, Mîlano û Fano ku zêdetirîn tûşbûyên vîrosa Korona bi xwe ve digrin vî dermanî bi kar diînin.

Hevdem digel ragihandina vedîtina dermana dije vîrosa Korona, hinek ji senatorên Sînata Îtalyayê destxweşî û piştevaniya xwe ji bo wê tîma pizîşkî ragihand.

Pustên heman beş