LI ÎRANÊ 1209 KESÊN DIN TÛŞBÛN

LI ÎRANÊ 1209 KESÊN DIN TÛŞBÛN

Komara Îslamîya Îranê îro tûşbûna 1209 kesên din bi vîrosa Koronaya nû (Kovîd-19) ragihand, hejmara qurbanîyan jî bi awayekê xeter zêdebûye.

Wezareta Saxlemiya Îranê îro roja yekşemî 15/3/2020ê ragihand, 1209 kesên din di 24 demjimêrên bûrî da tûşî vîrosa Koronaya nû (kovîd-19) bûne û bi vê yekê hejmara tûşbûyan ji 13000 kesan derbas bû.

Wezareta Saxlemiya Îranê herweha da zanîn, hejmara wan kesên heya niha bi sedema vîrosa Koronayê canê xwe ji dest day gihiştiye 724 kesan.

Komara Îslamîya Îranê niha welatê sêyemîne bi hejmara tûşbûyan paş her yek ji welatê Çînê û Italia, rêkarên Hikûmeta wî welatî yên destpêkê ku gihiştina vê vîrosê li gelê xwe veşartbû egera serekî ya zû belavbûna wê bû li tevahiya bajaran.

Evro Hesen Rohanî Serokê Îranê dan pêdan kir ku di berhingarbûna vê vayrosê da, saziyên saxlemiya Îranê dê îflîc bin.

Pustên heman beş