NIMÊJ LI YEKEMÎN QIBLEYA MISILMANAN JÎ HAT RAWESTANDIN

NIMÊJ LI YEKEMÎN QIBLEYA MISILMANAN JÎ HAT RAWESTANDIN

Saziya ewqafa îslamî li bajarê “Beyt Elmuqedes” roja yekşemî 15/3/2020an ragihandin ji ber belavbûna vîrosa Korona, hinek pêrabûnên pêş wext ji bo hatin û çûna Mizgefta Eqsa, yekemîn qibleya misilmanan, û xwe parastin ji vîrosa Koronayê hatîn encamdan, û encamdayîna nimêja bi kom di vê Mizgeftê de heya agahdar kirinek din tê teitîl kirin.

Umer Elkiswanî, rêveberê Mizgefta Eqsa bi belavkirina, beyanekê ragihand ku rêveberiya ewqafa îslamî di çarçoveya tedbîrên pêş wext ji bo xwe parastin ji vîrosa Korona biryar daye encamdana hemû nimêjan li hemû Mizgeftên ser bi vê Mizgeftê ve heya haydar kirineke din tetîl bike.

Elkiswanî herweha ragihand ku hemû deryên Mizgeftê wê vekirî bin û bi tenê di nava hewşa Mizgeftê de wê nimêj were kirin.

Wezareta ewqaf û karên olî li felestînê duh roja şemî bi derkirina beyanekê ji hemû nimêjkeran xwast li gorey şîretên pizîşkan û wezareta saxlemiyê, nimîja xwe li malê bikin û heya haydar kirineke din xwe ji çûne mizgeft û kenîseyan biparêzin.

Pustên heman beş