Datayên Çînê eşkere kirin ku haletên cudabûna xêzanê paş derketina vayrosa Koronayê ber bi zêdebûnê çûne û sedem ji bo mana bi zor ya jin û mêran di malê da vedgere.
Li gor pêzanînên desteya ofîsên pêkanîna xêzanê li Çînê, li hejmareka herêmên Çînê, paş derketina vayrosa Koronayê û rênimayên hikûmetê yên qedexeya derketinê û karntîne kirina bi zor ya welatiyan di malên wan de, daxwazî û sikalayên cudabûnê bi awayekî berfirehtir li rojên rabûrî gihiştine wan.
Dest nîşan kir, sedema sereke ya ji hev cuda bûnê ji bo mana bi zor ya jin û mêran di malê de vegere, herweha wan nîqaşên germ û gor li nêvbera wan de tên kirin, herweha pevçûnên jin û mêran.
Li gor pêgeha global tayimiz, zêdebûna rêjeya daxwazyên cudabûnê li bajarên “Dazho, Şiyan, Fociyan” li astên herî berz bûn û ji ber vê sedemê hikûmetê biryar daye ku her ofîsek di rojê da hinek jimareyên destnîşan kirî yên sikalayan birêve bibe.