AMERÎKA WÊ ÊRÎŞA ÎRAQÊ BIKE

EMERÎKA WÊ ÊRÎŞA ÎRAQÊ BIKE

Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê îro hoşdariyên herî dijwar li Îraqê kirin û ragihand, ewê bersiva her êrîşekê bidin heger li ser pêgehên wan bê kirin.
Wezareta karên derve ya Amerîkayê, îro roja duşemî 16/3/2020an di beyanekê de eşkere kir ku Mayk Pompêyo di peywendîyeke têlefûnî de li gel Adil Ebdulmehdî serwezîrê Îraqê axivîye û peyama Emerîkayê jêre gotiye.
Her wiha dest nîşan kir, Pompêyo bi Ebdulmehdî gotîye: “Amerîka wê bi dijwarî berisva her êrîşekê bide heger li ser pêgehên wan ên li Îraqê bê kirin”.
Wezîrê Amerîkayê ji ser wezîrê Îraqê xwest her zû wan mîlîşayan siza bide ku ji êrîşa ser bingeha Tacî ya hêzên Amerîkî û Hevpeymanêtiya navdewletî berpirsiyar.
Li rojên rabûrî pêgeha serbazî ya Tacî li Îraqê rastî du êrîşên mûşekî bû û têde 3 leşkirên Amerîkî û Berîtanî canê xwe ji dest da, li beranber wan êrîşan Amerîkayê hejmareke pêgehên Heşda Şebî li Îraqê bordoman kirin.

Pustên heman beş