Berhem Salihê Serokomarê Iraqê wezîfeya ava kirina hikûmeta nû da Ednan Zurfiyê Waliyê Necefê yê berê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Iraqê da hat diyar kirin ku Salihê Serokomar li Qesra Serokomariyê Ednan Zurfiyê Parlamenterê Meclisa Iraqê û Waliyê Necefê yê berê qebûl kir.
Salih wezîfeya ava kirina hikûmeta nû da Zurfî.
Zurfiyê Waliyê Necefê yê berê kî ye?
Zurfiyê Serokê Koma Koalosyona Nasir a di seroktiya Heyder Ebadiyê Serokwezîrê berê da di 2004-2005, 2009-2013 û herî dawîn jî di 2013-2015an da 3 heyama Walîtiya Necefê kiribû.
Zurfiyê li Necefê hatiye dinyayê xêncî welatîbûna Iraqê di heman demê da welatiyê Amerîkayê ye jî.
Li gor qanûna bingehîn a Iraqê dibê Zurfî di nav 30 rojî da hikûmetê ava bike.
Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê ji ber çalakiyên dijî hikûmetê di 29ê mijdara 2019an da dev ji wezîfeyê berdabû.