21 haletên nû yên tûşbûnê bi vîrosa Korona ya nû Kovîd-19 li Îraqê eşkere dibin û hemwilatiyekê din jî canê xwe bi wê sedemê winda kir.
Wezareta tendirustiya Îraqê îro di beyaneke fermî de ragihand, 21 haletên nû yên tûşbûnê bi vîrosa Korona ya nû Kovîd-19 li Îraqê eşkere bûne, 15 ji wan li Resafe, 2 Bexda, 1 Besra û 3 li Kerbelayê ne.
Wezareta tendirustiyê her wiha dest nîşan kir, haleteke din ya can ji dest danê bi vîrosa Koronayê li parêzgehîya Wasit hat tesbît kirin.
Bi vê yekê hejmara tûşbûyan li Îraqê gihîşte 154 kesan, 41 halet çareser bûne, 11 kesan jî canê xwe winda kiriye.