Secad salarwend yek ji hem wilatiyên Îranê, yê ku hatye desteser kirin li ser bûyerên xwepêşandanên Îranê ku bi xwepêşandanên heyva “Abanê” meha 11 ya sala 2019an tê naskirin li gorey dadgeha cînayî ya du li bajarokê Perdîs bi 1 sal zîndan kirin û 3 mehan şuştina miriyan hate sizadan.
Ev biryare li roja duşemî 16/3/2020an li zindana tehranê a mezn bi wî re hat ragihandin.
Li gorey rapora pêgeha “Hêrna” ya îranî ve, Secad Salarwend bi sûça “pêk anîna Grûp yan desteyan bi armanca tevlî hev kirina ewlehiya Îranê û têkdana sîstem û asayîşa giştî bi rêya dirist kirina pevçûn û tevlî hêvîyan” bi 1 sal zîndan kirin hatiye siza dan. Ji bilî vê yekê ew bi 3 mehan şuştina miriyan jî hatiye siza dan.
Secad Salarwend li 16/11/2019an li navçeya “Bomehîn” a tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin û paşan ew birin zindana îtîlaata supa a bi navê benda 2-elif ya zîndana evîn. Ew piştî 11 rojan û bi dumahî hatina lêprisînê hate veguhastin bo zindana mezin ya Tehranê.
Ji bilî vê yekê ku ev siza dibe pêşêl kirina azadiya raderbirînê, pêş niha jî kesên ku li ciyê mirî şuştina bi navê “Biheşta Zehrayê” kar dikin, nerazî bûna xwe li himber sizayeke din ê bi vî awayî ragihandibû û ev yek weke bê rêzîyek ji bo xwe hesab kirbû.