Li 50 wîlayetên seranserê wilat jî nexweşên ku vîrus kişiyaye wan hatin rapor kirin û her wiha hejmara weqayan jî ji 6 hezar û 300î derbas bû
Hat ragihandin ku li Amerîkayê weqayên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) derketin 6 hezar û 362yan, hejmara miriyan jî bû 108.
Li gorî amarên dawîn ên ku ji hêla Zanîngeha Johns Hopkins ku li welêt daneyên şewbê dişopîne hatin eşkere kirin, li Amerîkayê hejmara weqa û miriyan a ji ber Kovîd-19ê didome.
Li gorî rojane kirina şeva sêşemê, li seranserî Amerîkayê hejmara miriyên ji ber vîrusa koronayê di rojekê de 20 zêde bû û derket 108an û weqa jî derketin 6 hezar û 362yan.