ÎRAN NEXWEŞÊN KORONAYÊ VEDGUHÊZE ÎRAQÊ
Bi fermana Hadî Amirî nexweşên Koronayê yên Îranî û Îraqî li Îranê, bi balefirên serbazî ji bo Îraqê tên veguhastin
Hejmareke nexweşên Koronayê ji 11 vê mehê ve li Komara Îslamîya Îranê bi rêyên asîmanî û bejayî ji bo Îraqê tên derbas kirin, dîmenên derbas kirina wan jî hatine girtin û xelk ji hikûmeta federal daxwaz dike ruhin kirinekê bi wan re bide.
Piştî belav bûna vîrosa Korona ya nû (kovîd-19) li Îranê û danpêdana desthilata wê bi ketina saziyên saxlemiyê û derketina vîrosê ji bin kontirola wan, êdî nexweşên bi vîrosê ketî ji bo Îraqê tên veguhastin, berpirsyarên mezn yên heşda Şeibî rêyê ji bo wê veguhastinê xweş dikin.
Li gor hinek vîdyoyan ku paş 11/3/2020ê hatîne belav kirin, li sînorê parêzgeha Besra, pêtir ji 15 ambulansan ji Îranê derbasî Îraqê bûyne û li gor çavkaniyên wê parêzgehê û çalakvanan, nexweşên kor nayê yên Îraqî û herweha yên îranî di wan ambulansan da hene û ji bo wergirtina çareseriyê ew ji Îranê bo Îraqê tên veguhastin.
Herweha di vîdyoyeke din de, balefireke serbazî a Îraqê bi fermana Hadî Amirî Emîndarê rêxistna Bedir balê herî diyar yê mîlîşyayên heşda Şeibî, bi dehan nexweşên Îranî û Îraqî yên vîrosa Koronayê ji bo Îraqê vedguhêze.
Li gor dawî amar heya niha vayrosa Koronayê li tevahiya bajarên Îranê û Rojhilata Kurdistanê belav bûye, heya îro roja çarşemî 17 hezar û 361 kes tûşî vîrosa Koronayê bûne, 1123 kesan jî canê xwe ji dest daye, lê belê rêxistna saxlemiya cîhanî ragihandiye, amarên Îranê gelek ji wê hejmarê pitirîn ku desthilata wê radigihîne.
Çavkaniyên rojnamevanî yên Îranê jî tesbît kirîne ku nexweşxaneyên Îranê pir bûne û êdî nikarin nexweşên zêdetir wergirin, qurbaniyên Koronayê jî di tirbên bi kom de li Qumê û hejmareka bajarên din tên veşartin, lewma Îran niha nexweşên xwe vedguhêze Îraqê, taku li Îraqê çareseriya wan bê kirin.