Mihemed Cewad Muradiyanê Serokê Navenda Rewşa Acil a eyaleta Farsê:
“Mixabin ji ber gotegotên li ser medyaya civakî yên dibêjin alkohol vîrusa koronayê kontirol dike ev hat serê me”
Li Îranê ji 6ê adarê vir va hejmara kesê ji ber alkohola sexte mirin derket 180yî.
Mihemed Cewad Muradiyanê Serokê Navenda Rewşa Acil a eyaleta Farsê daxuyanî da Ajansa Xeberan a Xwendekarên Îranê (ISNA) û diyar kir ku ji 6ê adarê vir da li eyaletê 427 kes ji ber alkohola sexte bi jehrî ketin û serî li nexweşxaneyan xistin.
Muradiyan diyar kir ku heta niha 180 kes ji ber alkola sexte mirin, 14 kes jî li beşên nexweşiyê giran tên derman kirin.
Muradiyan wiha axivî: “Mixabin ji ber gotegotên li ser medyaya civakî yên dibêjin alkohol vîrusa Koronayê kontirol dike ev hat serê me”.
Li gor agahiyan li tevahiyê Îranê hejmara kesên ji ber alkohola sexte mirin derket 180yî. Ji kesên li nexweşxaneyan hatin derman kirin 51 kesên li Huzistanê, 19 kesên li Erdebîlê, 15 kesên li Elbruzê, 12 kesên li Mazenderanê, 7 kesên li Îsfehanê, 6 kesên li Kurdistanê, 4 kesên li Hemedanê, kesekê li Hurmizganê mirin.
Elî Beyranvendê Wekîlê Serdozgerê Ehwazê diyar kiri bû ku di lêpirsîna li ser alkohola sexte da 17 kes hatin binçav kirin.