Li Îranê di 24 saetên dawîn da 149 kesên din jî ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin û jimara miriyan derket 1284an.
Li gor xebera televizyona dewletê ya Îranê, Kiyanuş Cîhanpûrê Berpirsyarê Têkiliyên Gel ê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 149 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin.
Cîhanpûr dest nîşan kir ku hejmara miriyan derkete 1284an, hejmara waqeyan jî 1046 zêde bû dekete 18 hezar û 407 kesan.
Cîhanpûr got ku 5 hezar û 979 kes jî piştî derman kirinê rind bûn û çûn malên xwe.
Piştî Çîn û Îtalyayê herî zêde merov li Îranê mirin, vîrus cara ewil di 19ê sibatê da li welêt hatibû tesbît kirin û paşê li welat belav bibû.