Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dûvçûnê ji bo rewşa lêqewimiyan û zîyanên wan yê baran û lehiya Parêzgeha Dihokê û piroseya bi hanave çûn wan dike û hevkariyekî bi lez dide îdareya Parêzgeha Dihokê.
Piştî nîvroya roja îro pênçşem 19/03/2020 li peywendîyeke telefonî da li gel birêz Ferhad Etrûşî Parêzgerê Dihokê, Nêçîrvan Barzanî ji bilî serxweşî û hevxemiya xwe ya ji bo malbat û kesukarê wan dû qurbaniyên ku li encama lehiya tixîbê parêzgehê li Sêmêlê û Zaxo canê xwe ji dest da, bi hûrî dûvdaçûnê ji rewşa lêqewimiyan û texmînî û mezendeyê ziyanên wan û karên wan yê bi hanaveçûn û çawayiya hevkarîkirin û yarmetîdana lêqewimî û ziyanmendan kir.
Serokê Herêma Kurdistanê, piştgiriyê ji bo karê dam û dezgehên peywendîdar ya ji bo bi hanaveçûna lêqewimiyan dûpat kir û biryarê da wekî hevkariyekî bi lez ya bi hanaveçûnê, (yek milyar dînar) ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve pêşkêşî îdareya Parêzgeha Dihokê bê kirin.
Ji aliyê xwe ve birêz Parêzgerê Dihokê, ji bo xemxurî û bi serkirina rewşa lêqewimiyan û parêzgehê, sipasî birêz Serokê Herêma Kurdistanê kir