LI 3 WÎLAYETÊN AMERÎKAYÊ 70 MILYON KES TÊN ÎZOLEKIRIN

LI 3 WÎLAYETÊN AMERÎKAYÊ 70 MILYON KES TÊN ÎZOLEKIRIN

Hevdem di gel belavbûna pitir ya vîrosa Koronayê li Ewropa û Wîlayetên Yekbûyî, sê Wîlayetên Amerîkayê ji 21/3/2020an hatin îzolekirin û qedexeya çûn û hatinê liser wan hat sepandin.

Ev yek di demekê daye ku tofana Koronayê li wilatên Ewropayê bi şêweyeke herî lezgîn belavbû û hejmarek herî zêde ji wilatiyên wilatên Ewropayê canê xwe ji dest da û tûşî vê vîrosê bûn bi taybetî li Italia û Îspanyayê.

Li Amerîkayê piştî ku wîlayeta California roja Eynî hat îzolekirin û hatin û çûn li wê derê hat qedexekirin, niha wîlayetên Nîyo York û Alîno jî hatin îzolekirin.

Bi vê yekê hejmara 70 milyon kesan li van wîlayetên Amerîkayê hatin îzolekirin.

Ji bilî van, wîlayetên Kintîk û Orgin li Rojihlat û Rojavaya Amerîkayê jî xwe ji bû wergirtina tedbîrên bi vî awayî amade dikin.

Pustên heman beş