LI ÇÎNÊ DÎSAN MU’CÎZE

LI ÇÎNÊ DÎSAN MU'CÎZE

Li gorey dawî datayên desteya ‌Hikûmetê bo karobarên tendirustî li Çînê 90% ji hijmara tûşbûyên vîrosa Korona niha çareser bûne, û bi tenê niha 5120 tûşbû li nava nexweşxaneyan mane ji bo wergirtina çareseriyan.

Desteya navbûrî ragihand, rojane hijmara tûşbûyên Koronayê kêm dibin, amaje bi vê yekê jî da ku li sercema 81093 kesên bi vê vîrosê ketî, 72702 kes tedawî bûne û nexweşxane bicî hîştîne.

Vê desteyê herweha zelal kir, bê hijmartina jimara kesên li wîlayeta Hubî bi vîrosa Koronayê ketî, 13293 kes tûşî vîrosa koronayê bibûn li navçeyên din ên welatê Çînê, û bi tenê 117 kes ji wê hijmarê mirîne ev yek jî yanî li dervey bajarê Wuhan rêjeya mirnê bi Koronayê bi tenê 0.88% bûye.

Li wîlayeta hubî ku bi çavkaniya belavbûna vîrosa Korona tê nasîn 67800 kes tûşî vê vîrosê bûne û ji wê jimarê 3153 kes mirîne, yanî rêjeya mirinê li vê wîlayetê 4.65% bûye.

Pustên heman beş