Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê 2 Gerîlayên din li herêma ku ew bi Zapê nav dikin, ji dest dan, wexta ku ketîne ber êrîşeke asîmanî ya balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê.
Li gor çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê, îro roja duşemê 23/3/2020an balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, hereketên PKK’ê li herêma bi navê Zapê hedef kirin û 2 Gerîlayên PKK’ê kuştin.
Her wiha dest nîşan kir, êrîşa îro ya Zapê li ser PKK’ê hêzên pejahî yên arteşa dagîrkar jî beşdarî têde kir û balefiran garantîya asîmanî ji bo dabîn kir.
Partîya Karkerên Kurdistanê her çend ku ji destpêka vê heftiyê nêzî 10 Gerîlayên xwe li Xwakurkî û Zapê ji dest dane, lê belê hêjan tu zelalîyek li derbara van êrîşên Tirkiyê ne dane.