AGIRBESTA CÎHANÎ JI BER NEXOŞIYÊ

AGIRBESTA CÎHANÎ JI BER NEXOŞIYÊ

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, îro daxwaz ji wan hêzên şerê hev diken li Cîhanê, ji bo rêgirî kirinê li belavbûna vîrosa (Kovîd-19)ê, agirbesta navdewletî ragihînin.

Antonio goiters îro roja sêşemî 24/3/2020ê di kongreyekerojnamevanî da peyamek arastey welatên Cîhanê kir û têde daxwaz kir hêzên niha şerê hev diken agirbestê ragihînin, jiberku bi sedema şerî sîstemên tendirustiyê rastî wêranbûnê bûne.

Herweha dest nîşan kir, her çend ku vîrosa Koronayê di belavbûnê da ye, lê belê hejmareka herî zêde ya xelkî li welatên şer têde neçar mane malên xwe bihêlin û xetera tûşbûnê û zû belavbûnê li cem wan heye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaza ragirtina cengê û ragihandina agirbesta navdewletî kir ji bo ku rêgirî li belavbûna vîrosê were kirin û rê ji bo alîkariyên mirovî ji bo lêqewmayan bihête xweş kirin.

Pustên heman beş