Li demekî de ku piranîya xelkî li seranserî Cîhanê bizavê dikin rênimayên tendirustiya Cîhanî û hikûmetên welatên xwe bicî bînin û xwe di malên xwe ve îzole kirîne, lê belê dewlemendan hinek rêyên cuda hene û di rojeka weha de ew amadene bi milyonan Dolaran bimezêxin tenê ji bo ko bgihin ciheke ku vîros lê tune be.
Li gor raporeka “Deylî Telegraph” ya Berîtanî, her çend ku sînor ji ber belavbûna vîrosa Koronayê di girtîne, lê belê hejmareke milyardêran dest bi geştên dirêj ji bo cihên bê vîros kirîne, bi rêya yextên giran biha û baleifrên taybet.
Conasan Bîkêt Serokê Cêbecêkar yê Kompaniya “Bircês” ya bi kirêdana yextên giran biha li Berîtaniya dibêje: “yext cihekê pir ciwane ji bo ku tu xwe têda kerentîn bikî”.
Herweha dest nîşan kir, li rojên rabûrî wan çendîn geşt bo milyardêr û kesatiyên VIP ji bo cihên dûr weke Alaska û giravên Başûrê Oqiyanosa Aram rêxistine û got: “kirêya yextekê li gel tîma wê digihîte nêzî milyon Dolaran bo yek heftî”.
Kompaniya “Îlêt Cêtis” ku baregeha wê li Lendenê ye û taybete bi kirêdana balefirên taybet, diyar kir li du hefteyên rabûrî wan 460 daxwazî ji bo kirêkirina balefiran ji aliyê delemendan ve wergirtine.
Kirîstover Wîlyam rêveberê kompaniyê dibêje: “tirseke zêde li cem xelkê çêbûye û milyardêrên Ewropayê dibêjin bes me derxin û qurtal bikin, pere ne giringe çend be emê bidin”.