Testa Welîehdê Berîtanya yê Prens Charles a vîrusa Koronaya nû (Kovîd-19) pozîtîf derket.
Ofîsa Prens Charles di daxuyaniyekê de ragihand welîehdê 71 salî ji ber hin semptomên nexweşiyê çend roj in ji malê dernakeve û li wir dixebite, rewşa wî jî baş e.
Hat gotîn testa jina wî Camîllayê negatîf derketiye, ji ber pêşniyaza doxtoran û hikûmetê Prens û jina wî li Îskoçyayê xwe ji civakê tecrîd kirine.
Hat destnîşankirin Prens di rojên dawîn da ji ber wezîfeya xwe gelek kesan ra hevdîtin kiribû, ne mumkin e ku bê tespîtkirin ka vîrus ji kî gihîştiye wî.