Hikûmeta Îraqê ragihand, hêzên Firansayê ku di çarçûveya hepeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞ’ê li Îraqê bûn, hemû hêzên xwe li Îraqê vekşandîne û bingehên xwe yên serbazî radestî hêzên Îraqî kirîne.
Ajansa Îraqî ya nûçeyan “WAI'” ji zardevê Ebdulkerîm Xelef, gotebêjê fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Îraqê belavkir, ew hêzên Firansayê ku di çarçûveya hevpeymaniya navdewletî ji bu alîkarîkirina hêzên Îraqî li dijî DAIŞ’ê hatbûn nava Îraqê bi temamê hatin vekşandin û pêgeha serbazî ya asîmanî ya Qaîm radestî hêzên Îraqê kir.
Ev yek piştî wê çendê hat ku parlementoya Îraqê piştî kuştina Qasim Suleymanî û Ebo Mehdî Elmuhendis li Bexdayê ji aliyê balefirên Amerîkayê ve, li 5î Kanûna diduyan ya îsal bi piraniya dengan biryara derkirina hêzên biyanî di nava xaka Îraqê de da.