Parlimena Kosovo îro deng li ser wergirtina baweriyê ji Albîn Kortî serokê wezîran da, bi sedema îdareya xerab a hikûmeta wî li gel vîrosa Koronayê.
Parlimena Kosovo îro roja pêncşemî 26/3/2020an ji kar ladana Albîn Kortî serokê wezîran û hikûmeta wî pejirand, wexta ko 80 parlimenteran deng li ser wergirtina baweriyê jê dayî.
Sedema sereke ya ladana serokê wezîran û hikûmeta wî ji bo pilana xerab ya îdare kirina kirîza belav bûna vîrosa Korona ya nû li wilatê Kosovoyê.
Paş dengdana parlimena Kosovo, serok wezîrê ji kar laday daxweyanî da û wiha got: “Mebesta parlimenê ewe Kosovo di vê kirîzê de bê hikûmet bimîne”.
Li gor datayên saxlemiya cîhanî heya niha 71 kes li Kosovo tûşî vîrosa Koronayê bûne, ji wan yek keysa mirinê heye.