Jinika 90 salî ya li Qûma bajarê Îranê bi vîrusa Koronayê ya nû (Kovîd-19) ketibû, piştî tedawiyê baş bû û ji nexweşxaneyê derket.
Li gor nûçeya televizyona dewletê ya Îranê jinika 90 salî ya ku 11 rojan vir va li Nexweşxaneya Furqanî tedawîya Kovîd-19yê lê dihat kirin, baş bû û ji nexweşxaneyê derket.
Rektorê Zanîngeha Zanistên Tipê ya Bemê, Ebas Ebaszade di 15ê Adarê da daxuyandibû nexweşê 91 salî ya ji ber Kovîd-19yê li Nexweşxaneya Bem Pasteurê tedawî dibû, baş bû.
Vîrusa Koronayê ya ji Çînê belavî dinyayê bû cara ewil di 19ê sibatê da li Qûma bajarê Îranê hatibû tesbît kirin.
Li welatê Îranê hejmara miriyan ji 2 hezarî derbas bû, hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketin jî gihîşt 30 hezarî.