TRUMP HÊZÊN YEDEK YÊN ARTEŞA AMERÎKAYÊ JI BO BERHINAGBÛNA VÎROSA KORONA VEXWANDIN

TRUMP HÊZÊN YEDEK YÊN ARTEŞA AMERÎKAYÊ JI BO BERHINAGBÛNA VÎROSA KORONA VEXWANDIN

Koçka sipî ragihand Donald Trump Serokê Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê roja şemî 28/3/2020an îmza li ser fermanekê kiriye ku destîriyê bi Wezareta Navxwe û Berevaniya Amerîkayê dide di çarçûveya berhingarbûna belavbûna vîrosa Korona li Amerîkayê leşkerên yedek di artêş û hêzên beravî yên Amerîkayê de bikar bîne.

Li gorey rapora pêgeha Routers Donald Trump şeva eynî di konferansek rojnamevanî de li koçka spî vexwandna hêzên yedek yên arteşa Amerîka ji bo berhingarbûn û rêgirî kirin ji pêtir belav bûna vîrosa Korona ragihand.

Trump di vê konferansê de her weha bas li hemhengiya di navbera Hikûmeta Amerîkayê digel kertê taybet yê vî welatî ji bo berhingarbûna vîrosa korona xeber da.

Trump tekez kir ku Hikûmeta wî dê hemû şiyanên xwe bikar bîne ji bo berhingarbûna kirîza vîrosa Korona.

Li gorey vê fermanê Donald Trump, wê rêyê bi her du wezîrên Berevaniyê û wezîrê Navxwe bide daku fermana vexwandina herî kêm 1 milyon leşkerên yedek ji hêzên bejayî, deryayî, asîmanî û hêzên beravî yên arteşa Amerîkayê ji bo xizmetkirinê bû dema du salan di her demekê de bide.

Ev fermana Donald Trump hevdeme di gel deng dan li ser terxan kirina 2.2 tirîlyon dolaran ji aliyê civata nûneran, kongireya Amerîkayê.

Tê zanîn ku niha pêtirî ji 100 hezar kesan li emerîkayê bi vîrosa Koronayê ketîne, û di vê yekê de Amerîka pêş hemû wilatên Cîhanê ketiye.

Pustên heman beş