HINDIK MAYE SILÊMANIYÊ SERKETINA SER KORONAYÊ RAGIHÎNE

HINDIK MAYE SILÊMANIYÊ SERKETINA SER KORONAYÊ RAGIHÎNE

Du kesên din yên tûşbûyên vîrosa Korona ya nû (Kovîd-19) li bajarê Silêmaniyê ê Başûrê Kurdistanê çareser bûn û vegerîn malên xwe, bi vê yekê tenê 21 kes mane li bin çavdêrîya Dixtoran.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê dest nîşan kirin ku îro roja şemî 28/3/2020ê wezareta tendrustiya Herêma Başûrê Kurdistanê eşkere kir ku 2 kesên din li bajarê Silêmaniyê ji vîrosa Koronayê çareser bûne û ji bo malên wan hatine vegerandin.

Herweha eşkere kir, heya niha 50 hemwelatiyên Silêmaniyê ji vîrosa (Kovîd-19)ê sax bûne û tenê 21 kes man li bin çavdêrî û tedbîrên Dixtoran, tendirustiya Silêmaniyê zelal kir ku rewşa 19 nexweşan başe û tenê 2 ji wan hinekî xerabe.

Silêmaniyê yekem bajarê Başûrê Kurdistanê bû ku vîrosa Koronayê lê derketî û piştre li Hewlêra paytexta Başûr û bajarê Duhokê belav bû.

Pustên heman beş