Serokwezîrê Firansayê îro ragehand, di niha de nîva Gelê cîhanê di malên xwe da ne û ew pêşbînîya rewşek xirabtir ji bo Firansayê dikin.
Edward Flip, Serok Wezîrê Firansayê îro roja yekşemî 29/3/2020an di kongireyek rojnamevanî de got: “ew pêşbînî dikin ji yek heta 15 meha Nîsanê ji bo Firansayê gelek dijwar be, Firensa tûşî kirîzekê bûye ku yekemîn care di dîrokê de rastî rewşeka wiha dibe”.
Flip dest nîşan kir ku bi sedema belavbûna vîrosa Koronayê ew çaverêya rewşeke xetertir dikin, ji ber ku her 3 rojan carekê hejmara tûşbûyan duberanber lê tê û tirs heye Firensa wek Italia û Spaniya lê bihêt.
Heya niha li Firansayê 2314 kes bi vîrosa Korona ya nû (kovîd-19) canê xwe ji dest dane û hejmara kesên tûşî vîrosê bûn gehşitîye 37575 kesan, 6624 kes saxbûne û vegerîne malên xwe.