Çavkaniyên fermî yên Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê şeva şemî 28/3/2020an ragehand, hijmara kesên bi sedema vîrusa korona canê xwe ji dest day heya niha gişîştiye pêtirî 2 hezar kesan.
Li gorey dawî amarên ji aliyê zanîngeha Can Hapkîniz li şeva derbas bûyî hatiye ragihandin, hijmara kesên ku bi sedema vîrusa Koronayê canê xwe ji dest daye gihiştiye ser 2 hezar kesan û hijmara kesên bi vê vîrusê ketî jî pêitrî 120 hezar kesane.
Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê di dawî amarên fermî yên hatiye ragihandin de, mirina 2200 kesan û pê ketina 121.117 kesan bi vîrusa Korona tekez kiriye.
Bi ragihandina van amaran ji kesên bi vîrosa Korona ketî hijmara kesên li vî welatî mirî heya roja çarşemî ya hefteya rabûrî heya niha du car pêtir bûne, lê belê sereray vê yekê hijmara kesên bi vîrusa Korona canê xwe ji dest didin li Amerîkayê beramber welatên weke Italia ku pêtrî 10 hezar kesn û Spaniya ku nêzî 6 hezar kesane, pir kêmtire.