Şaredarê bajarê New York li Amerîkayê hişyarkirin da û ragihand ku pêdawîstiyên pizîşkî yên pêdivî ji bo berhingariya vîrusa Korona weke amorên henasedana destkirid li vî bajarî hefteyek din wê bi dawî bên.
Bîl Dî Bilazyo, şaredarê New York, ji bo kanalê sî ên ên raghand ku rewşa vî bajarî weke rewşa “dema şerî” ye.
New York weke senterê tûşbûn û belavbûna vîrusa Korona li Amerîkayê lêhatiye û heya roja şemî pêtir ji 52 hezar kesan li vê wîlayetê bi vîrusa Korona ketîne. Ev hijmare dibe yek li ser siyê ya hijmara giştî ya kesên li Amerîkayê bi vê vîrosê ketî.
Pêş niha Endro Komo fermandarê New York ragihandibû ku di dema sê hefteyên bihêt de wê hijmara pê ketiyên Koronayê li vê wîlayetê gihin asta herî jûr û herweha ragihandibû ku vê wîlayetê pêwîstî bi 30 hezar amorên henasedana destkird heye.
Roja şemî Donald Trump, serokê Amerîkayê ragihand ku rewşa îzolekirinê li wîlayeta New York wê gotûbêj bikin lê belê piştî çend demjimêran ragihand ku desteya berhingarbûna vîrusa Korona li Koçka Sipî bi wî re ragihandiye ku pêtvî nîne ev bajar bihête îzole kirin.