AMERÎKA ÊRÎŞA MÛŞEKÎ YA HUSIYAN LI SER SÛDIYÊ ŞERMEZAR KIR

AMERÎKA ÊRÎŞA MÛŞEKÎ YA HUSIYAN LI SER SÛDIYÊ ŞERMEZAR KIR

Sefareta Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê li Rîyaza paytexta Erebistana Sûdiyê roja yekşemî 29/3/2020an êrîşa mûşekî ya milîsên Husiya bo ser Erebistana Sûdî bi tundî şermezar kir.

Li gorey ragehandina fermî ya wilatê Sûdiyê “Con Ebî Zeyd” sefîrê Amerîkayê li paytextê Erebistanê roja yekşemî di tiwîtekê de ragehand “nûneratiya dîplomasî ya Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê li Rîyazê, êrîşa ku şeva rabûrî ji aliyê milîsên Husî hatiye kirin bo ser armancên neyên leşkerî di Erebistana Sûdî de bi tundî şermezar dike”.

Ebî Zeyd her wiha ragihand ” di demekê de ku hewildanên cîhanî ji bû berhingarbûna belavbûna vîrusa Korona û rizgarkirina canê hemweltaiyan tên kirin, Husiyan bi êrîş li ser sivîlên bê guneh pêkolên xwe ji bû piraktîze kirina xwastekên supayê Qudis yê Îranê zêde kirîne”.

Navbûrî her wiha ragihand “ji bû birîndarên van êrîşan daxwaza selametiya bilez û temam dikîn”.

Hêzên hevpeymantiya Erebî li demjimêrên serê sibê ya roja yekşemî ji teqandin û dîtina du mûşekên Balistîk yên ku ji aliyê milîsên Husî ve hatbûn arastekirin bû her du bajarên “Rîyaz” û “Cazan” xeber da.

Di van êrîşan de du kes bi sivkî birîndar bibûn.

Pustên heman beş