BELAVBÛNA KORONAYÊ DI NAVA PKK’Ê DE 100% RAST DERÇÛ
Têsta Gerîlayekî pozetîv derket
Belavbûna vîrusa Korona ya nû (Kovîd-19) li nav rêxistina Partîya Karkerên Kurdistanê hate piştrast kirin, paş ku têstên hinek Gerîlayan bi pozîtîv derketîn.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Bakurê Kurdistanê, hinek pêzanînên taybet ji birêvebrîya tendirustiya bajarê Bidlîsê wergirtine û tesbît bû ku li roja sêşemba rabûrî 24/3/2020ê li sînorê Bidlîsê û paş ku balefirên bê pîlot hereketên Gerîlayên PKK’ê hedef kirîn, 3 Gerîla hatine kuştin û li gor rêkarên tendirustiyê, têstên Koronayê ji bo Gerîlayên berteref kirî hatine kirin û encama yek ji wan bi pozîtîv derçû.
Tendirustiya Bildîsê ji bo pêgeha “Darka Mazî” eşkere kir, yek ji malbatên sînorê Bildîsê ku têkhelî li gel wan Gerîlayan kirî, hatine kerentîn kirin.
Gerîlayên ku di operasyona 24 Adarê de hatine berteref kirin, ji Îranê hatine nav rêxistinê, lewma niha goman heye, vîrusa (Kovîd-19)ê li nav tev rêxistinê belav bûye.
“Darka Mazî” li roja çarşemba rabûrî 25/3/2020ê, nûçeya belavbûna vîrusa Koronayê li nav PKK’ê weşandibû, anku bi rojekê paş wê operasyona li Bidlîsê hatîye encam dayîn, di wê nûçeyê de çavkaniyên “pêgeha me” li Rojhilata Kurdistanê şandîn, têda hatbû dest nîşan kirin ku Korona bi rêya Îranê gihişitîye nava PKK’ê de, paş ku hinek rayedarên PKK’ê û supayê pasdarên Îranê li bajarên Şino û Serdeştê civînek pêkanî.
Paş vegerîna van rayedarên PKK’ê ji bo çiyayê Helgord yê ser bi bajarê Çûmanê ve, vîrus li cem hinek Gerîlayên PKK’ê tesbît bibû.
Eve ji bilî ku PKK kelupelên xwe yê, xwarinê û pêwîstiyên xwe ji Îranê hawirde dike û ev kelupelên wan bê rêkarên tendirustiyê tên Başûrê Kurdistanê, ev jî egera belavbûn û gehiştina vîrusê bo nava PKK’ê pêtir dike.
Çavkaniyên “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê, îro roja yekşemî 29/3/2020an li gel hinek ji xelkê navçeya Berwarî Bala û Amêdiyê axvîne û eşkere bû ku êdî tirsa akincîyên Gundên sînorî li Başûr û bi taybet xeta Gundên li gel PKK’ê, ne tenê ji êrîşên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê ye, lê belê niha xelkê wan Gundan tirs heye PKK Koronayê li nava wan de belav bike.