SEFARETA AMERÎKAYÊ LI TEHRANÊ DIBE KARGEHA BERHEM ANÎNA MASKAN

SEFARETA AMERÎKAYÊ LI TEHRANÊ DIBE KARGEHA BERHEM ANÎNA MASKAN

Hevdem di gel belav bûna vîrosa Korona li Îranê, sefareta berê ya Amerîkayê li Tehranê, ji aliyê hinek besîcîyan “hêzên xwebexş” bi navê “hêzên cîhadî” bû cîhê berhem anîna mask û maddeyên dest şûştinê.

Belav bûna vîrosa Korona yekem car ji aliyê rayedarên Îranê ve hat tekzîb kirin lê belê ev yek niha careke din bûye delîve ji bû nîşandana kerb û kîna “hêzên besîc” li dijî Amerîkayê. Hinek ji xwendkaran ku xwe weke “hêzên cîhadî” bi nav dikin, avahiyê sefareta berê ya Amerîkayê li Tehranê kiriye kargehek ji bo berhemanîna mask û maddeyên dest pakij kirinê.

Kenalê Xeber ê Komara Îslamî ya Îranê jî bi dirustkirina raporekê li ser vê yekê li jêr navê “berhemanîna mask û maddeyên dest şûştinê di hêlîna sîxoriyê de ” îro roja duşemî 30/3/2020an, digel wan kesên di vê kargehê de kar dikin, hevdîtin encam dayîne.

Dest bi ser dagirtina sefareta Amerîkayê di wêjeya siyasî ya Komara Îslamî ya Îranê de weke “dest bi ser dagirtina hêlîna sîxoriyê” tê nasîn ku ev yek vedgere bû dema 444 rojan ji dujminatiya siyasî-serbazî dinavbera Îranê û Amerîkayê.

Li roja 4/11/1979an bi êrîşa hinek ji çalakvanên xwendkar yên berniyas bi “xwendkarên rêbaza îmam” bû ser sefareta Amerîkayê li Îranê, ev kirîze hat destpêkirin û bi dîl girtina dîplomatkarên Amerîkayê bû yek ji kirîzên navdewletî. Yekemîn dûrpêçên abûrî yên Amerîkayê jî li dijî Îranê piştî vê kirîzê hatin destpêkirin.

Li gorey rapora kenalê Xeber, armanca vê kargehê “şandina alîkariyane bi hemwelatiyan ji bo berhingarbûna vîrosa Koronayê”.

Li gorey daxuyaniyên rayedarên Îranê rojane nêzî 10 hezar mask û rêjeyek zêde ji maddeyên dest şûştinê li vê kargehê tên berhem anîn û paşan li navçeyên hejar tên parvekirin.

Pustên heman beş