HEŞDA ŞEIBÎ MIRIYÊN KORONAYÊ BIN AX DIKE

HEŞDA ŞEIBÎ MIRIYÊN KORONAYÊ BIN AX DIKE

Hikûmeta Îraqê, îro dest avête bin ax kirina miriyên vîrusa Korona ya nû (Kovîd-19) û ev erke bi mîlîşyayên Heşda Şeibî rasipard.

Li gor ragehandineka desteya birêvebir ya Heşda Şeibî li Îraqê, îro roja duşemî 30/3/2020an lîwaya hejmar 2 dest bi bin ax kirina cesedên 13 qurbaniyên vîrusa Koronayê li goristana bi navê “Wadî Selam” kirin.

Herweha eşkere kir, çekdarên wan li gor raspardeya “Hewza Necefê” û Hikûmeta federal, cihek li biyabanê li dûrî navenda parêzgeha Necefê, ji bo bin ax kirina qurbaniyên vîrusê Koronayê hat dest nîşan kirin.

HEŞDA ŞEIBÎ MIRIYÊN KORONAYÊ BIN AX DIKE

Heşda Şeibî ji bo ku vê erkê encam bide, cihê şûşitina mirîyan û herweha cihê nivêja li ser mirîyan, li nêzî cihê veşartinê li biyabanê berhev kirine û xwendkarên “Hewza Necefê” nivêjê li ser miriyên Koronayê dikin.

Li gor zanyariyên Hikûmeta federal ya Îraqê, heya niha pêtirî 550 kesan li Îraqê tûşî vîrosa Koronayê bûne û 42 kesan jiyana xwe ji dest daye, herweha 142 kes saxbûne û vegerîne malên xwe.

HEŞDA ŞEIBÎ MIRIYÊN KORONAYÊ BIN AX DIKE

Pustên heman beş