DI 24 SAETÊN DAWÎ DE 2704 KESL TIRKIYÊ  TÛŞÎ KOVÎD-19 BÛNE

DI 24 SAETÊN DAWÎ DE 2704 KESL TIRKIYÊ  TÛŞÎ KOVÎD-19 BÛNE

Wezareta tendirustiya Tirkiyê ragihand “di 24 saetên dawî de tesbît bû ku 2704 kes li Tirkiyê tûşî kovîd-19 bûne û 46 kes jî mirin, hejmara pêketiyên Koronayê li Tirkiyê gihişt 13 hezar û 531 kesan û hejmara miriyan jî gihişt 214an.”

Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Tirkiyê de her wiha hat gotin, “hejmara kesên ku ji kovîd-19ê dermankirina wan qediya û taburcî bûn bû 243.”

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca got jî “rêjeya meya testê li gorî duhê ji sedî 25,2 zêde bû. Hejmara navendên meyên testê gihişt 75an. Di tesbîtkirina pêketiyên pozîtîf de em xurttirin û bi avantajin.”

Pustên heman beş