Hwa Çong Yîng Berdevka Wezareta derve ya Çînê îro roja sê şemî di konferansek medyayî de li bajarê Pekînê weke bertek nîşandan li dijî Amerîkayê sebaret vîrusa Koronayê û sûçbarkirina welatê Çînê bi belav kirina vê vîrusê ragihand: reşkirina aliyên din, êrîş, sûçbarkirina alî û kesên din û revîn ji berpirsatiyê, nikare dema ji dest çûyî ji bo kontirol kirina vîrusa Koronayê bedel veke. Welatên Cihanê bi tenê bi hemahengiyê û hevkariyê dikarin zûtir vê vîrusê Kontrol bikin.
Hinek ji medyayên biyanî xeber ji vê yekê dabû ku hinek siyasetvanên Amerîkayê gotiye, Çîn sûçbar û berpirsa belavbûna vîrusa Koronayê ye li Cîhanê, her weha ev siyasetvane dibêjn “welatê Çaynayê hijmara dirust a kesên bi vîrusê ketî û radeya xeterbûna vê vîrusê” bi dirustî ji bû Cîhanê eşkere nekirîne. Hinek ji siyasetvanên Birîtanî jî bas li vê yekê kiriye ku pêwîste Çîn “pênedana zanyariyên rast ên xwe” bedel veke.
Hwa Çong Yîng Berdevka Wezareta derve ya Çînê sebaret van axaftinan got: belavbûna vîrusa Korona bû xodîkek ku têde başî û xirabî û reftara mirovan reng veda. Vîrus sînoran nas nake, baweran û nejad û neteweyan jî nas nake. Omêdewarîn ev kesên siyasî bikarin weke Partiya Komonîst û dewleta Çînê, pêş her tiştekê ewlehiya canê mirovan bikin karê xwe yê destpêkî û bi pişt guh avêtina nejadperistî û xirora siyasî, şiyanên xwe ji bû hevkariya navdewletî û berhingarbûna hevpar li dijî vîrusê bikar bînin.
Hwa Çong Yîng ragihand: welatê Çînê her ji meha yek ya îsal bi awayek fermî û di dem de zanyariyên xwe li ser Korona vîrusê digel Amerîkayê parvekirin. Di 7ê meha yek da, sefareta Amerîkayê hişyarkirin daye hem welatiyên xwe li Çînê ku neçin wîlayeta Wuhan. Li 25 meha yek, Amerîkayê Konsolxaneya xwe li bajarê Wuhan daxistiye û li 2 /2/2020an sînorên xwe li himber hemû hem welatiyên Çînê û biyanî ku pêş 14 rojan ji wê demê sefer ji bo Çînê hebûye, daxistin.
Navbûrî di dirêjahiya axaftinên xwe de ragihand: hewildanên Çînê ji bû berhingarbûna vîrusa Koronayê, mînakek ji bo welatên Cîhanê dirust kir demek pirr biha ji bû hemûyan kirrî. Lê hinek ji welatan di rojevê de ev deme ku bi bihayê bilind yê gelê Çînê bi dawî hat erê bi destkeft zanî û dirust jê îstîfade kir? Ew bi xwe jî berisva vê yekê didin, gelê wan jî. Roj wê herin û Amerîka hêjan jî mijûlî rexnekirin û sûçbarkirina Çînê ye. Erê ev kese bi xwe şerim ji vê yekê nakin? Ev kese di hewildanê dane Çînê sûçbar bikin û kirasek ji direwan bikin ber welatê Çînê û bi vê yekê milên xwe nedin ber birpirsyariyan, lê belê Çîn berisva wan nade.