Ebas Mosewî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê hişyarî da ku “livînên serbazî yên Amerîkayê di nava xaka Îraqê de dikare navçeyê ber bi nearamî û rewşeke xerab bibe”.
Mosewî, ev livîne “berevajî xwasteka fermî û ragihandî ya Hikûmeta Îraqê, perleman û Gelê Îraqê da nasandin”.
Ev yek di demekî de ye ku pêş du rojan Amerîkayê ragihand ji bû parastina hêzên xwe li dijî êrîşên Îranê û hevalbendên wê, li hinek pêgehên xwe li Îraqê wê sîstema mûşekî ya Patrîyot binecî kin.
Pêgeha nûçeyan a Firansa dibêje ku yek ji van sîstemên berevaniya asîmanî li pêgehekê li Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê hatiye danîn û biryare du yên din li Kuwêtê werin hinartin ji bû Îraqê.
Li ser vê yekê berdevkê wezareta derve ya Îranê daxwaz ji hêzên Amerîkayê kiriye ku “rêzê li daxwaziyên gel û Hikûmeta Îraqê bigirin sebaret derketin ji vî welatî û çi dî rewşê li navçeyê aloztir nekin”.
Tê zanîn ku di dema du mehên derbas bûyî de hinek pevçûn dinavbera hêzên Amerîkayê û milîsên Şîe yên ser bi Îranê ve weke milîsên Hîzbullah ê rû dabûn.
Her weha di çend rojên rabûrî de hijmarek ji raporên medyayî di medyayên Amerîkayê de bas li berheviya Amerîkayê ji bo êrîş kirine ser hêzên çekdar yên Şîe yên ser bi Îranê ve kiriye.
Rojnameya “New York Times” ya Amerîkî li vê dawyê belav kirbû ku pentagon mijûlî pilanekê ye ji bo jinavbirina çekdarên Hîzbullah. Li gorey vê raporê General Rabirt Pî Rayt, fermandarê hêzên Amerîkayê li Îraqê piştî wergirtina fermanekê ji bo bicî anîna nexşeya operasyoneke bi vî awayî di nameyekê de ji bo Waşintonê hişyarî dabû ku ev plane dibe bibe sedema şerek bê hempa di gel Îranê û her weha ji aliyê Locistî, pêdvî dike Amerîka çendîn hezar serbazên din ji bû vê meremê bişîne Îraqê.