Wezareta petrolê ya Hikûmeta Îraqa federal, îro dahatê meha Adara îsalê ragehand û eşkere kir pêtrî 2 milyar dolaran hatine ji dest dan.
Asim Cîhad, berdevkê wezareta petrola Îraqê, îro roja pêncşemî 1/4/2020ê daxuyanî li derbara dahatê meha Adarê a firotina petrolê da û got: “dahatê meha Adarê ji bo 2 milyar û 988 milyon dolaran daketîye”.
Herweha dest nîşan kir, ev dahate bi himber krin li gel meha şubatê ku pêtirî 5 milyar dolaran bû, bi rêjeya 60% daketîye.
Berdevkê Wezaretê li derbara nirxa yek bermîla petrolê got: “yek bermîla petrola Îraqî di meha rabûrî da bi 29 dolaran hatbû firotin”.
Daketina bihayê petrolê ziyanek herî mezin bi welatên berhem hêner xistîye, bi taybet wan welatên budceya wan piştbestinê li ser petrolê dikin, weke îraqê ku dahata petrolê 90% ya sercem budceya wê pêk diîne.