HIJMARA KESÊN BI VÎRUSA KORONA KETÎ LI ÎRANÊ GIHÎŞT 50 HEZAR KESAN

HIJMARA KESÊN BI VÎRUSA KORONA KETÎ LI ÎRANÊ GIHÎŞT 50 HEZAR KESAN

Berdevkê wezareta tendirustiya Îranê îro roja pêncşemî 2/4/2020an dawî zanyarî li ser vîrusa Korona û kesên bi vê vîrusê ketî li nava Îranê de ragihandin.

Kiyanoş Cehanpor li dûr dawî amarên vîrusa Korona li Îranê ragihand: “ji nîvroja duh heya îro li gor wan testên ji bo nexweşên Koronayê li Îranê hatî encamdan tesbît bû ku 2875 haletên nû yên tûşbûn bi vîrusa (Kovîd 19) li Îranê zêde bûne û sercema kesên bi vê vîrosê ketî gihîşt 50 hezar û 468 kesan”.

Berdevkê Wezareta tendirustiya Îranê her weha ragihand: “heya niha 16 hezar û 711 kesên bi vîrusa Korona ya nû ketî tedawî bûne û vegeriyane nava malbatên xwe”.

Kyanoş raghand jî: “chê dilgranyê ye ku di dema 24 sa’etên rabûrî de, 124 kes ji nexweşên bi vê vîrusê ketî li îranê canê xwe ji dest daye û sercema qurbanyên vê nexweşyê li îranê ghîşt 3160 kesan”.

Navbûrî di berdewamya axaftna xwe de tekez kir ku “3956 kes ji van nexweşan nha di rewşek pirr xeter dane”.

Pustên heman beş