HER KESÊ YASAYA ÎZOLEKIRINÊ BIN PÊ BIKE GULLEYAN TÊ BERDIN

HER KESÊ YASAYA ÎZOLEKIRINÊ BIN PÊ BIKE GULLEYAN TÊ BERDIN

Li gor dawî amarên hatî ragihandin li wilatê Filîpînê, hijmara kesên bi vîrusa Korona ketî li vî wilatî gihiştiye 2300 kesan û 96 kesan jî bi vê sedemê canê xwe ji dest daye.

Serok Komarê Filîpînê ferman li Polîs û hêzên çekdar yên wilatê xwe kiriye ku ew kesên berdewam li ser xwepêşandanê û yasaya qedexeya derketinê bin pê dikin û ew kesên civakê Filîpînê têk didin li dema qedexeya çûn û hatinê de bi sedema vîrosa Koronayê, gulleyan tê berdin.

Rûsya Elyewm bi veguhastin ji Rojnameya “Philippine Star” raporek belav kiriye ku têda dibêje Rodrîgo Dotir serok Komarê Filîpînê, ev fermane paş wê yekê da ku bi dehan kesan ji hemwilatiyên Filîpînê li bajarê Kîson Sîtî dest bi xwepêşandanan kirî û daxwaz ji rayedarên wilatê xwe kirî ji aliyê xwarinê ve alîkariya wan bikin ji ber ku rewşa wan pirr xerabe û nikarin xwarinê ji xwe re peyda bikin, bi taybetî piştî derketina vîrusa Korona li vî wilatî û ragihandina qedexeya çûn û hatinê. Li ser vê yekê pêtirî 20 kesan ji xwepîşanderan hatin desteserkirin.

Serok Komarê Filîpînê li êvara roja çarşemî 1/4/2020an ragihand: “fermana min ji bû polîs û hêzên arteşê… Ger pevçûnek dirust bû ku jiyan we bêxe bin gefan, bi awayek raste rast gulleyan berdin wan”.

Lê belê li gorey kanalê ABS-CBN roja pêncşemî Arçî Gambo Serokê polîsên Netewî yên Filîpînê ragihandiye ku ekîbên yekeyên bicî kirina yasayê ti kesekê nakujin. Navbûrî di berisva vê pirsyarê de ku gelo polîs fermana Serok Komarê wilatê xwe cî bi cî nakin ragihand: “helbet na, dibe Serok Komarê me di axaftina xwe de mubalixe kiribe”.

Pustên heman beş