KORONA RAYEDARÊN ÎRANÊ KÎŞ Û MAT DIKE

KORONA RAYEDARÊN ÎRANÊ KÎŞ Û MAT DIKE

Her ku diçe hijmara kesên li Îranê bi vîrusa Koronaya nû (kovîd19) dikevin zêde dibin, û rewş her ku diçe aloztir û xerabtir dibe li vî wilatî, di kirîza belavbûna Koronayê de li Îranê hejmarek herî zêde ji kesên siyasî û desthilatdar li Îranê jî bi vê vîrusê ketin ku hinek ji wan canê xwe ji dest daye û hinekên din niha li jêr çavdêriya dixtorandane.

Her ji destpêka peydabûna vîrusa Korona hijmarek ji rayedarên vî wilatî bi vê vîrusê ketin, ev yek ji rewşa xeter û zêde belavbûna vê vîrusê di nava Îranê de bi rûnî eşkere dike bi taybetî piştî tûşbûna Elî Larîcanî serokê parlementoya Îranê bi vê vîrusê.

Herçende heya niha bi awayek fermî navên endamên parlementoyê û rayedarên Îranê ku bi vîrusa Korona ketîne nehatîne ragihandin lê belê hinek ji parlemanterên Îranê di dîdarên medyayî de û di ropelên xwe yên sosyal medyayê de xeber ji tûşbûna xwe bi vîrusa Korona daye.

Navên endamên parlementoya Îranê ku tûşî vîrusa Korona bûne û wan bi xwe ragihandiye evin:

1-Mucteba Zolnorî/ parlemantarê bajarê Qum.

2- Me’some Aqapor/ parlemantarêa bajarê Şebister.

3-Mihemedriza Mensûrî/ parlemantarê bajarê Sawe û Zirindiye.

4- Emîr Xucestê/ parlemantarê bajarê Hemedan.

5-Xolamreza Katib/ parlamantarê bajarê Gerim Sar.

6-Şehab Nadirî/ parlemantarê bajarê Oramant.

7-Sedîd Cewad Hisînî/ parlemantarê bajarê Senqir û Kilyayî.

Kesên bi nav û deng ku tûşî Koronayê bûne li Îranê:

Yekem kesê berniyas di nava rayedarên Îranê de ku tûşî Koronayê bûy, Murteza Rehman Zade şaredarê navçeya 13 a Tehranê bû ku piştî wergirtina çareseriyan niha vegeryaye nava malbata xwe.

Di nava berniyas tirîn kesên siyasî ku li Îranê tûşî vîrusa Korona bûy em dikarên navên van kesên li xwarê diyar bînin:

1-Elîekber Wîlayetî/ Şêwirmendê Serokê Şoreşa Îslamî û pirsên navdewletî de.

2-Îrec Herîrçî/ Cêgrê Giştî yê Wezareta Tendirustiya Îranê.

3-Elî Esxer Monsan/ Wezîrê Mîrasên Ferhengî, Geşt û Gozar û Pîşesaziyên Destî.

4-Reza Rehmanî/ Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî.

5-Me’some Êbtêkar/ Cêgra Serok Wezîran di pirsên jin û malbatan de.

6-Mistefapor Mihemedî/ Wezîrê berê ê wilat û dadwerî.

7-Mihemedcewad Êrwanî/ endamê civata destnîşan kirina berjewendiya rejîmê.

8-Îsma’îl Necar/ Serokê Saziya Îdaredana Kirîzên Wilatî.

9-Pîrhusên Kolîvend/ Serokê Hewarhatina Îranê.

10-Zehra Elhiyan/ Nûnera Civat û hilbijartiya gelê Tehranê di civata yazdê de.

11-Elî Aqazade/ nûnerê civat û hilbijartiyê gelê reşt di civata yazdê de.

12-MihemedReza Qedîrî/ Serokê Zanîngeha Zansitên Pizişkî li bajarê Qum.

13- Mihemed Cîhangêrî/ cîgrê saziya pizîşkî.

Kesên berniyas ku bi sedema vîrusa Korona canê xwe ji dest daye:

1- Husên Şêx Elîslam/ cîgirê pirsên navdewletî a civata cîhanî ya nîzîkbûna Ola.

2-Fatîma Rehber/ nûnera hilbijartî ya gelê Tehranê ji bû civata yazdê.

3-Ehmed Toyserkanî/ şêwirmendê serokê dadweriyê.

4- Hadî Zisroşahî/ sefîrê Îranê li Vatîkanê.

5-Mihmed Mîr Mihimdî/ endamê civata destnîşan kirina berjewendiyên rejîmê.

6-Mihemedelî Remezanî/ nûnerê hilbijartî yê bajarê Astaneya Eşrefiyê di civata yazdê de.

7-Mucteba Fazilî/ Sekreter û berpirsê bicîkirin û darayî yê Ayatollah Musewî Şibîrî Zencanî ji lêvegerên teqlîdî yên şî’î.

8- Ayatollah Seyid Ce’fer Kerîmî/ endamê civata mamostayên hewza zansitî ya Qumê.

9-Haşim Bethayî/ endamê civata bisporên serokatiyê.

10-Serdar Nasir Şe’banî yek ji fermandarên pile blind ên supayê pasdarên Îranê.

11-Mihemedreza Rahçemenî/ siyasetmedarê çaksazîxwaz û Sekreterê Giştî yê Partiya Wehdet û Hevkariya Neteweyî.

12-Ferzad Tezrî/ cîgirê berê ê îdaredana siyasî ya Supa û yek ji berpirsên berê yên îstîxbarata supayê pasdaran.

Pustên heman beş