ELZURFÎ: HIKÛMET HAT PÊKANÎN, EM LI BENDA CIVÎNA PARLEMENTOYÊ NE

ELZURFÎ: HIKÛMET HAT PÊKANÎN, EM LI BENDA CIVÎNA PARLEMENTOYÊ NE

Ednan Elzurfî, Serok Wezîrê teklîf kirî ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Îraqê îro roja şemî 4/4/2020an ragihand kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqê hatiye pêkanîn.

Ednan Elzurfî ragihand: “kabîneya Hikûmeta nû ya Îraqê bi kesên ji hejî di nava Îraqê de pêk aniye û em li benda civîna parlementoya Îraqê ne ji bû destve anîna bawera wan”.

Navbûrî her weha ragihand ku : “Îraq li himber rewşek pir xerabdaye ku dibe Hikûmet nekare hemû mafan bi gelê Îraqê bide”.

Ednan Elzurfî got jî petrol mulkê Gele û ti dewletekê maf nîne reftarek nebaş digel vî mulkê Gel bike.

Serok Wezîrê hatiye raspardin ji bû pêkanîna Hikûmetê li Îraqê di berdewamiya axaftinên xwe de got: “daxwazê ji hemû hêzên siyasî dikim  ku ji bû danîna bernameyekê di dema sê mehên dahatî de bi mebesta garantî kirina mafên xweşguzeraniya civakî di Îraqê de hevkariyê bikin”.

Navbûrî sebaret egera rûdana pevçûnên Navdewletî di nava xaka Îraqê de ragihand: “me şêwir bi hêzên navdewletî kiriye û ti caran rê nadîn Îraq bibe meydana pevçûnên Navçeyî û Navdewletî”.

Pustên heman beş