Kompaniya twitterê îro roja şemî 4\4\2020an ropela Mezlûm Ebdî fermandarê hêzên Sûryaya demokratîk HSD’ê, li Tirkiyê pûçkir û sedem ji bo hebûna peywendîya wî bi PKK’ê re hat vegerandin.
Kompaniya twitterê, îro û li ser daxwaza dewleta Tirkiyê, ropela Mezlûm Ebdî fermandarê HSD’ê, li Tirkiyê pûçkir û êdî di şîyan da nabe li wî welatî ropela Mezlûm bê dîtin, berevajî welatên din.
Sedema razîbûna kompaniya twitterê li ser daxwaza Tirkiyê ji bo peywendîya Mezlûm Ebdî bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê re vedgere, hemwext Mezlûm di lîsta gewr a Tirkiyê de cîh digre.
Li gor yasayên kompaniya twitterê, Hikûmetên welatan maf heye daxwaza pûçkirina ropelan biken.
Paş êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê li Oktobera sala rabûrî, nav û dengîya Mezlûm Ebdî derket, bi taybet paş ku hinek peywendî li gel Serokê Emerîkayê Donald Trump encam day.
Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, ji vê navudengiya Mezlûm û General bûna wî nerazîbû, ji ber ku di nava PKK’ê de, ti kesekê maf nîne rêya navudengiyê yan rêberiyê bigire ber xwe, lewma li vê dawîyê carek din ev navudengiya Mezlûm li kêmîyê daye.